Maduro: Trump fermana kustina min daye

30 January 2019 20:56 0 dîtin
Maduro: Trump fermana kustina min daye

PeyamaKurd - Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ku Amerîka û piraniya welatên Ewropî seroktiya wî nas nakin, îdia kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana kuştina wî daye

Maduro ji bo piştevaniya Rûsyayê spasiya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir û îdia kir ku Trump fermana kuştina wî daye hikûmeta Kolombiyayê û mafyayê.

Serokê opozîsyona Venezuelayê Juan Guadio 23yê Çileyê seroktiya xwe ya welat ragihandibû û di serî de Amerîka û Ewropayê gelek welatan pênase lê kiribû, lê hinek welat jî piştgiriya Maduro dikin û seroktiya wî nas dikin.

Piştî krîzê Amerîkayê çend dorpêçên aborî û rawestandina îxrackirina petrola Venezuelayê sepandibûn.