Serokomarê Kazakîstanê: Ev roj, rojeke dîrokî ye

20 November 2022 18:30 0 dîtin
Serokomarê Kazakîstanê: Ev roj, rojeke dîrokî ye

PeyamaKurd- Serokomarê Kazakîstanê Kasim Comerd Tokayev, li ser hilbijartinên ku ew jî car din bûye namzed, axivî. Tokayev da zanîn ku ev roj dîrokî ye û ji bo pêşeroja Kazakîstanê girîng e.

Li Kazakîstanê, ji bo hilbijartina Serokomariyê ya pêşwext, xelk îro çû ser sindoqan û dê bi saeta herêmî, heta saet 20:00an karê dengdayînê berdewam be.

Serokomarê niha yê Kazakîstanê Kasim Comerd Tokayev ku car din namzed e, li ser sindoqên ku li Koşka Xwendekaran a li paytex Astanayê hatine danîn, deng da û piştî dengdayînê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Tokayev got ku “Em ji bo pêşerojeke ronî ya welatê xwe, deng didin. Ev roj, rojeke dîrokî ye. Îsal dijwar derbas bû, lê belê gelê me li hev civiya û ji heqê hemû zehmetiyan derket.”

Serokomarê Kazakîstanê da zanîn ku ji bilî vê, reformên siyasî berdewam in û ev xebat dê ji bo pêşerojê jî berdewam bikin.

Li gorî ragihandina Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî, ji %62.34ê xelkê beşdarî dengdayînê bûne û piştî saet 20:00an, tê payîn ku encam werin eşkerekirin.