Ji Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog serdaneke dîrokî bo Îmaratê...
PeyamaKurd - Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog îro Yekşemê 30yê Çileyê 2022yan li ser vexwendineke fermî ya Şêx Mihemed Bin Zayed serdana Îmaratê kir.
Beriya vê serdana dîrokî Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog di daxuyaniyekê de got: “Ez ê li ser vexwendina Welîehd Şêx Mihemed Bin Zayed, bi serokatiya Îmaratê re bicivim. Ez spasiya serkirdayetiya wî ya dilêr dikim ji bo pêkanîna rêkeftina aştiyê ya bi Îsraîlê re û gihandina peyamekê ji bo tevahiya herêmê ku aştî tekane alternatîfa gelên herêmê ye."
Hêjayî gotinê ye, ev serdana yekem a Serokomarê Îsraîlê bo Îmarata Erebî ye ku piştî asayîkirina peywendiyên di navbera her du welatan di sala 2020an de pêk tê.
Herwiha ev serdan di demekê de pêk tê ku alozî li herêmê zêde dibin û hêzên navdewletî hewla vejandina rêketina nukleerî ya digel Îranê didin.
Nîgeraniya hevpar a ji çalakiya Îranê, yek ji sedemên asayîkirina pêwendiyên Îsraîl û Îmaratê di sala 2020an de bû ku bi destpêşxeriya Amerîka bû û bi navê "Peymana Îbrahîm" tê zanîn.
Piştî îmzekirina peymana asayîkirina pêwendiyan, Îmaratê roja 14ê Tîrmeha 2021ê bi fermî balyozxaneya xwe li Tel Aviv vekiribû û piştî Misir (1979), Urdin (1994), welatê sêyemîn bû ku ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re peyman îmze kir.
Herwiha ji bilî Îmarat, Bahreyn, Mexrib û Sûdanê jî peymanên bi vî rengî îmze kirin ku vê yek hêrsa Filistîniyan anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin