Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Herzog axivîn: 'Berjewendiya her du aliyan di diyalogê de heye'

18 November 2021 17:05 0 dîtin
Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Herzog axivîn: 'Berjewendiya her du aliyan di diyalogê de heye'

PeyamaKurd – Piştî ku malbata Îsraîlî ya li Tirkiyê hatibû desteserkirin hat berdan û vegeriyan welatê xwe, îro 18ê Mijdarê di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Îsaac Herzog de pêwendiyeke telefonî pêk hat.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê îro Pêncşemê eşkere kir, hevdîtineke telefonî di navbera Herzog û Erdogan de çêbûye û di wê pêwendiya telefonî de, têkiliyên dualî û herêmê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha girîngiya pêwendiyên Îsraîl-Tirkiyê li Rojhilata Navîn hatiye bibîrxistin û hatiye gotin, heger hevkarî bê kirin wê nêrînên cuda yên her du welatan werin kêmkirin û pêwendî zêdetir bipêş bikevin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan daxwaza xwe ya berdewamkirina dîyaloga ligel Îsraîlê anîye ziman û ev yek di berjewendiya her du aliyan de nirxandiye.