Mijara sereke ya Erdogan û Herzog projeya veguhestina gaza Îsraîlê bo Ewropay00ê ye
PeyamaKurd – Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog di çarçoveya asayîkirina pêwendiyan de di navbera 9-10ê Adarê de serdana Tirkiyê dike û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.
Ji sala 2003yan ve yekem car e Serokomarekî Îsraîlê serdana Tirkiyê dike ku herî dawî serokomarê wê demê Moşe Katsav 19 sal berê serdana Tirkiyê kiribû.
Li gorî zanyariyên medya Tirkiyê mijara sereke ya rojeva hevdîtina Erdogan û Herzog projeya gaza siruştî ya Îsraîlê ye.
Tê çaverêkirin ji bilî asayîkirina pêwendiyên dualî, li ser projeya veguhestina gazê bi ser Tirkiyê de bo Ewropayê di navbera herdu aliyan de guftûgo bêne kirin.
Herwiha 13ê Adarê jî Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis serdana Tirkiyê dike ku çend salên dawî li ser gaza Rojhilata Derya Spî nakokîyên kûr di navbera wan de hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin