Fransa: Mijara sereke ya lutkeyê dorpêçên ser Tirkiyê ye, Erdogan vê bas dizane
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Yves Le Drian beriya lutkeya serokên welatên Ewropayê ya 24-25ê Îlonê ragihand, wê mijara sereke ya lutkeyê zêdebûna aloziya li Rojhilatê Derya Spî û diyarkirina dorpêçên ser Tirkiyê be.
Le Drian herwiha got, “Em dikarin hejmarek biryaran bixin meriyetê û vê yekê Erdogan baş dizane.”
Le Drian ragihand, "Wê dawiya vê mehê dosyeya Tirkiyê di rojeva Konseya Ewropayê de be” û got; “Me ev dosyeya Tirkiyê çend roj berê ligel wezîrên derve yên Ewropayê ji bo wekî bersiva bijareyên sepandina dorpêçên ser Tirkiyê amade kiriye.”
Wezîrê Fransî li ser naveroka cureyên dorpêçan zanyarî nedan lê got, “Em dikarin hejmarek biryaran bixin meriyetê û vê yekê Erdogan baş dizane.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin