Fransa û Îtalya li ser mijara koçberan civiyan

26 September 2023 00:40 0 dîtin
Fransa û Îtalya li ser mijara koçberan civiyan

PeyamaKurd – Pirsgirêka koçberan bi taybetî koçberên ku ji welatên Afrîkayê û Rojhilata Navîn dixwazin herin Awrûpayê, di ser welatê Îtalya û Fransayê de diçin Awrûpa. Li ser mijarê wezîra karên derve ya Fransayê Catherine Colonna û cîgirê serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Fransayê Antonio Tajani, li Parîsê civiyan.

Berya civînê her dû wezîr civîna çapemeniyê li dar xistin û di civînê de behsa mijarên hevkariyê, şerê Ûkraynayê, rewşa li herêma Sahelê û mijara Yekîtiya Awrûpayê di rojeva wan de bûn. Her weha mijareka dinê jî mijara koçberan û kesên karê mirovan yê qaçaxê dikin, ket rojeva wan.

Colonna, di civînê de behsa serokê berê yê Îtalyayê ku hefteya borî koça dawiyê kiribû, kir û Giorgio Napolitano bibîranî.

Colonna, ragihand ku di mijara koçberan de bi dewleta Îtalyayê re di nava hevkariyê de ne û weha dewam kir:

“Divê di mijara koçberan de, divê asta Awrûpa de şareserî bibe. Bi xêra hevkariyê, welatên esasî û welatên transît divê bi hev re hevkariyê bikin û bi wan re bêhtir tedbîran bistînin. Têkoşîna li hemberê kesên ku karên qaçax yên mirovan dikin jî girîng e.”

Li ser mijara koçberan Tajani ragihand ku di mijara koçberan de amade ne bi Fransayê re bixebitin û weha dewam kir:

“Dema em li rewşa bêîstîqrariya Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê dinêrin, em difikirin ku divê di rêya rêxistina koçê ya navdewletî û komseriya bilind ya Neteweyên Yekgirtî de mudaxelê bi koçberan bikin. Sûcdarên ku karê qaçax yên mirovên koçber dikin, divê bi wan te têkoşînê bidin.”