Forûma DAVOSê bidawî bû: Mijara sereke zîrektiya çêkirî bû…
PeyamaKurd – Forûma Aborî ya Cîhanê ya 54emîn a DAVOSê (WEF) piştî civîn, panel û bernameyên 5 rojan ên berpirsên welatan û karsazên seranserê cîhanî îro 19ê Çile bidawî bû.
Forûma DAVOSê ya îsal ya 15ê Çileyê dest pê kir û bi beşdariya 120 welatan û zêdetirî 2800 karsaz û siyasetmedar û kesayetên cuda birêve çû. Forûma DAVOSê ya 2024an bi sernavê, “Ji nû ve Pêkanîna Baweriyê (Rebuilding Trust)" hate lidarxistin.
Di civîn û konferansan de, pirsgirên ewlehiya gerdunî, avhewa, veberhênan, têkoşîna bûyerên xwezayê, mezinbûna aboriyê, enerjî, pêşketina teknolojiyê, dijîtalbûn û bi taybet jî teknolojîya zîrektiya çêkirî hatin gotûbêjkirin.
Serokê WEFê Borge Brende, di axaftina dawîkirina forûmê de destnîşan kir, îsal DAVOS di serdemeke krîtîk de hatiye lidarxistin, ji ber ku ji ber krîzên cîhanê baweriya bo kompaniyayên kar kêm bûye.
Brende da zanîn ku herî zêde li ser zîrektiya çêkirî hatiye rawestîn ku daxwaza sererastkirinên hevseng bo wê teknolojiyê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin