Amerîka ji bo NATOyê: Ev rews, ne mijara sereke ye!
PeyamaKurd- Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby, di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivandin.
John Kirby, li ser pirsên ku hatin pirsîn bi bîr xist ku "Tirkiye ne amade ye endamtiya Swêdê erê bike" û pirsa "Di vê rewşê de Serok Joe Biden beriya Swêdê piştgiriyê dide endamtiya Finlandiyayê?" jî got ku
"Ji bo me ya girîng ew e ku herdu welat bibin endamên NATOyê. Di heman demê de dibe yan nabe, ew ne mijara sereke ye.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî diyar kiribû ku civîna mekanîzmaya herdemî ya sêyemîn a ligel Swêd û Finlandiyayê, dê di 9ê Adarê de were lidarxistin û ragihandibû ku dan û stendinên hersê welatan dê berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin