Îran: “Em di vê rewsê de bi Amerîka re muzekereyan nakin”

25 February 2025 21:30 0 dîtin
Îran: “Em di vê rewsê de bi Amerîka re muzekereyan nakin”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî civîna li Tehranê, di civîna çapemeniyê de axifîn û daxwuyaniyan dan raya giştî.

Arakçi di axaftina xwe de got ku di bin zor û gavaşan de wê bi DYAre muzakereyan nekin. Sergey Lavrov got ku hecma bazirganiyê ya bi Îranê re zêde bûye û behsa girîngiya hevkariya di mijarên herêmê de kir. Abbas Arakçi got:

“Di bin zorê, tehdîd û givaşan de em ê bi Amerîkayê re muzakereyan nakin. Heya siyaseta zorê li ser me dewam bike, em di mijara nuklerê de, raste rast bi DYAre muzakereyan nakin.”

Sergey Lavrov jî piştî seredana Tirkiyê kir çû Tehranê û bi wezîrê karên derve yê Îranê bi Abbas Arakçi re hevdîtin kir. Hevdîtina heyetan li wezareta karên derve ya Îranê çêbû. Arakçi got ku hevdîtinekî baş û erênî kirine û weha dewam kir.

“Di vê civînê de me temamê mijaran di ber çav de derbas kir. Têkiliyên me yên aborî bilez dimeşin. Komîsyona Hevkariya Aboriyê ya Hevpar wê di meha Nîsanê de bicive. Hevkariya me di mijarên enerjiyê, rêya hesin, çandî, bazirganî, tûrîzm û di sehayên din de dewam dike.”

Arakçi her weha behsa doza Fîlîstînê û têkiliyên bi Sûriyê re kir û got di mijara Sûriyê de fikrên Îranê û Rûsyayê gelek nêzî hev in.

Sergey Lavrov jî got ku tevî givaşên ser Îranê jî, bi Îranê re hecma bazirganiyê fireh bûye û got:

“Li gor sala borî hecma bazirganiya me %13 zêde bûye. Em û Îran em li ser gelek mijaran axifîn û di hevdîtina me de, mijara nuklerî ket rojevê. Rêya dîplomasiyê hê jî heye û ji bo çareseriyê em ê hevkariya xwe dewam bikin.

Di mijara Sûriyê de em hemfikrin. Divê îstîqrar hebe. Girînge ku pêvajoya siyasî berfireh be. Divê em li benda encama Meclisa Netewî ya Sûriyê bin.”