Amerîka: Em rewsê ji nêz ve disopînin, divê Îran bê cezakirin!

15 November 2022 22:25 0 dîtin
Amerîka: Em rewsê ji nêz ve disopînin, divê Îran bê cezakirin!

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî ya Amerîkayê Jake Sullivan, bal kişand ser serkutkirina xwepêşanderan û binpêkirinên mafên mirovan ên hêzên Îranê û got ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin û divê kiryarên Îranê bê ceza nemînin.

Jake Sullivan li ser êrîşên berdewam ên hêzên rejîma Îranê ku ji destpêka xwepêşandanên meha Îlonê ve bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin got: “Binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rayedarên Îranê ve nabe bêceza bimîne. Bi sedan xwepêşanderên ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, heq kirine ku edalet pêk were.”

Sullivan herwiha got ku divê li hemberî girtiyên siyasî yên wekî Huseyîn Ronahî jî dawî li îşkence û mameleya xirab bê anîn.

Berpirsê Amerîkî diyar kir ku ew pêşwaziyê li cezayên nû yên Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê yên li dijî 29 welatiyên Îranî û 3 rêxistinên ku têkiliya wan di tundûtujiya dijî xwepêşandêran de hene, dikin.