Erdogan û Serokomarê Iraqê Letîf Resîd li ser çend mijaran axivîn
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Hate ragihandin ku Erdogan û Reşîd mijarên wekî têkoşîna dijî terorê, Projeya Rêya Geşepêdanê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya di pêwendiya telefonî de danûstandinên Enqere û Bexdayê, têkoşîna dijî terorê, mijarên herêmî û Projeya Rêya Geşepêdanê hatin axaftin.
Di pêwendiya telefonî de Erdogan û Ebduletîf Reşîd Cejna Remezanê li hevdu pîroz kirin.
Hêjayî gotinê ye, tê çaverêkirin Erdogan di nava vê mehê de serdana Bexdayê bike û bi Serokwezîr û Serokomarê Iraqê hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin