Erdogan, Serokomarê Iraqê Letîf Resîd vexwend Enqerê
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd vexwend Tirkiyeyê.
Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Ali Riza Guney îro 22yê Kanûnê peyameke destxeta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihand Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ku tê de Reşîd vedixwîne Enqerê.
Di daxuyaniya Serokomariya Iraqê de hatiye gotin, di peyamê de Erdogan hevtayê xwe yê Iraqê vedixwîne welatê xwe û daxwaza welatê xwe ji bo bilindkirina asta pêwendiyên navbera herdu aliyan nîşan daye, herwiha tekezî li parastina aştî û seqamgîriya herêmê kiriye.
Serokomarê Iraqê spasiya vê vexwendina Serokomarê Tirkiyê ji Balyozê Tirkiyê re ragihandiye û tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî û hevkariya hevbeş a di navbera Bexda û Enqerê de kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin