Letîf Resîd bi awayekî fermî bû Serokomarê Iraqê

17 October 2022 13:15 0 dîtin
Letîf Resîd bi awayekî fermî bû Serokomarê Iraqê

PeyamaKurd – Letîf Reşîd bi awayekî fermî bû Serokomarê Iraqê û di gotarekê de hewlên avakirina pêwendiyeke baş di navbera hêzên siyasî yên welat û çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra welat anî ziman.

Li gor zanyariyan, îro li Koşka Selam a Bexdayê merasîma destbikarkirina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê birêve çû.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li ser xalîçeya sor derbas bû û bû Serokomarê Iraqê. Serokomar li ber hejmarek mêvanan ku di nav holê de rûniştibûn gotarek pêşkêş kir û spasiya hemû wan aliyan kir ku hewla bihêzkirina Iraqê didin.

Herwiha Letîf Reşîd eşkere kir, ew hewla avakirina pêwendiyeke baş û bihêz di navbera hêzên siyasî yên Iraqê de bide û got: “Xelk li benda pêkanîna hikûmeteke bihêz e ku di xizmeta xelkê de be û daxwazên wan cîbicî bike.”

Di berdewamiyê de Serokomar tevî spasî û pesnê qurbanîdana hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê da zanîn: “Ez ê destûr û serwetên welat biparêzim û hewla avakirina pêwendiyeke hevseng ligel welatên cîran û civaka navdewletî bidim.”

Herî dawî Letîf Reşîd diyar kir, ew ê li gor destûrê, hewla çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê bide û got: “Ez ê di demeke gelek nêz de, bernameya xwe ji bo xelkê Iraqê eşkere bikim.”