Blînken serdaneke nû li Îsraîlê dike
PeyamaKurd - Li gor agahiyên malpera Axios ragihandiye Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken dê di despêka heteya kû bê de ji bo danûsitendinên berpirsên Îsraîl û Filîstinê û rawestandina şerê li Xezzeyê sedana Îsraîlê bike.
Li gor wê malperê, giringiya serdana çarê ya Blinken ji bo Israîlê di wê yekê de ye ku serdana wî hevdemî bicihanîna agirbestê û lihevguhertina revandî û girtîyan di navbera Israîl û Hemasê de ye.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragehand, serê sibeha roja Çarşemê, Hikûmeta Israîlê deng da lihevkirina pêşniyarkirî ya azadkirina hindek girtiyên Xezzeyê.
Serokwezîrê Israîlê ragehand, “Hikûmetê qonaxa yekê ya wê lihevkirinê pejirand ku bi kêmî ve 50 jin û zarokên revandî di dema çar rojan de bên azadkirin”.
Dîsa li gor Malpera Axiosê piştî wê lihevkirinê, Israîl dê rêyê bide ku zêdetir sûtemenî di rojên agirbestê de biçin nav Kertê Xezzeyê. herwesa ji zarê çavkaniyan ragehandiye, desthilatdarên Israîlê rêyê didin 300 balhilgirên hawarhatinê ku her roj di deriyê Refehê re biçin nav Xezzeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin