Mesrûr Barzanî di merasîma Zanîngeha Kurdistan de axivî: ‘Îro rojeke dîrokî ye’

20 October 2022 20:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî di merasîma Zanîngeha Kurdistan de axivî: ‘Îro rojeke dîrokî ye’

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Cotmehê beşdarî merasîma derçûyên Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Barzanî got: “Ev zanîngeh yek ji zanîngehên pêşeng e, kariye çendîn xwendekarên bi şiyan berhem bîne, ku piraniya wan karîne di sektora giştî û taybet de rola sereke bilîzin û bandora wan heye di pêşxistina Herêma Kurdistanê de.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Bawer bikin serkeftina we di vê qonaxê de dawiya xwendin û fêrbûnê nîne. Ev beşek ji proseya xwendin e û piştî vê jî divê hûn bêhtir xwe biwestînin ji bo pêşxistina xwe û alîkariya gel û welatê xwe.”

Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser Destana Pirdê ya ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve 5 sal berê hatibû tomarkirin û got: “Îro rojeke dîrokî ye, 5 sal beriya niha weke îro, destana Pirdê hat tomarkirin, roja serkeftina niştimanperwerî û welatparêzî ye bi ser xiyanet û xakfiroşiyê de, roja serkeftina îradeya gel e bi ser çek û zilm û zordariyê de. Ew roj e ku tîne bîra me, bi baweriya bi xwe û bi hezkirina welat, em dikarin rûbirûyî hemû kêşeyan bibin.”

Serokwezîr Barzanî di dewamê de jî got: “Kabîneya Nehem girîngiyeke mezin dide perwerdehiyê, nêrîna min ew e ku em bikarin amrazên pêwîst berfireh bikin, da ku veberhênan were kirin. Ez dixwazim hemû derçûyên Kurdistanê dengê xwe hebe di kêşeyên îro de û di kêşeyên siberojê de ku rûbirûyî me dibin.”