Bi besdariya Mesrûr Barzanî merasîma derçûna 420 xwendekarên Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê hat lidarxistin

24 October 2023 17:59 0 dîtin
Bi besdariya Mesrûr Barzanî merasîma derçûna 420 xwendekarên Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê hat lidarxistin

PeyamaKurd – Li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Katolîkî hate lidarxistin.

Hate ragihandin ku di sêyem merasîma derçûna Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê de, 420 xwendekaran bawernameyên lîsansê di warên cuda de wergirtin û mezûn bûn.

Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê sala 2015an hatiye damezrandin û ji heft kolej û 11 beşên zanistî pêk tê. 20ê Îlona 2023yan jî kompanyaya Vision Education Pirtûkxaneya Vision li Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê vekiriye ku tê de nêzîkî 20 hezar sernavên pirtûkan hene.