Ji Mesrûr Barzanî peyama besdariya merasîma Akademiya Leskerî ya Sandhusrstê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistkanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna li xula 233emîn a Akademiya Leşkerî ya Şahane ya Sandhurst anî ziman.
Serokwezîr Barzanî, roja 9ê Tebaxê beşdarî, xula 233emîn a Akademiya Leşkerî ya Şahane ya Sandhurst a Brîtanî bûbû û berpirsên bilind ên Brîtanya û welatên din jî di wê merasîmê de amadehî kiribûn.
Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek li ser beşdariya xwe ya merasîmê belav kir û got: “Ez kêfxweş bûm ku beşdarî merasîma derçûyên Akademiya Leşkerî ya Sandhurst bûm.”
Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li hemû derçûyan ku yek ji derçûyên akademiyê jî, Arîn Barzanî bû ku di nav 290 kesan de, madalyaya ku sembola şahê Brîtanyayê li ser e wergirt.
Ev madalya ji sala 2016an vir ve ji bo xwendekarên ku li ser asta navdewletî beşdarî kurs û azmûna leşkerî yên Akademiya Sandhurst bûne tê dayîn.
Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane, kolejeke leşkerî ya kevn a Brîtanyayê ye, sala 1802an hatiye damezrandin, herwiha yek ji akademiyên leşkerî yên navdar ên Brîtanyayêv ye û wekî navendeke destpêkî ya meşq û rahênanên efserên Artêşa Şahane ya Brîtanyayê tê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin