Li Qamislo ciwanekî Kurd ji aliyê leskerên Tirk ve hate kustin

10 June 2024 14:30 0 dîtin
Li Qamislo ciwanekî Kurd ji aliyê leskerên Tirk ve hate kustin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber gulebarana leşkerên Tirk, ciwanek Kurd canê xwe ji dest daye, ciwanek wunda ye û yek jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyan, dema ku hin ciwanan hewl dane ji Rojavayê Kurdistanê derbazî Bakurê Kurdistanê bibin, rastî gulabarana leşkerên Tirk bûne.

Dezgehên ragihandinê yên nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dan zanîn ku bûyer doh, li gundê Dûda yê Qamişloyê pêk hatiye û di encama hêrişê de ciwanekî can daye, yek wunda bûye û yek jî birîndar bûye.

Herwiha hate ragihandin ku heta niha çarenûsa ew ciwanê ku wunda bûye ne diyar e.

Weke tê zanîn leşkerên Tirk, di 25ê Gulanê de jî li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanê Kurd ê bi navê Yehya Ehmed kuştibûn.