Kolberekî Kurd ji aliyê leskerên Tirk ve hat kustin
PeyamaKurd - Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd bi guleyên hêzên Tirkiyê hat kuştin.
Li gorî ragihandina Hengawê li zozana sînorî ya Xecê Xatûn li nêzîkî bajarê Makû, komek kolberên kurd rastî êrîşa leşkerên Tirkiyê hatin û di wê êrîşê de kolberekî kurd ê bi navê Qadir Yadsar hat kuştin û 3 kolber jî birîndar bûn.
Kolberê ku hatiye kuştin, 22 salî ye û xelkê gundê Dêm Qişlaq yê Makû ye.
Herwiha hefteya borî jî li devera Elend ya bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin