Leskerên Tirkiyê kolberekî Kurd bi giranî birîndar kirin
PeyamaKurd – Leşkerên artêşa dewleta Tirkiyê, di navbera sînorê Bakûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de, êrîşî komek kolberên Kurd kirin û di encamê de kolberek birîndar bû.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di 12ê Gulanê de leşkerên artêşa Tirkî, li navçeya Ebexê ya bajarê Wanê, êrîşî komek kolberên Kurd kir.
Di encama êrîşa artêşa dagirker de, kolberek bi navê Hesen Elem Hulî bi giranî birîndar bû.
Herwiha malperê destnîşan kir, Hesen Elem Hulî piştî birîndarbûnê rakirine Nexweşxaneya bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin