Leskerên Tirkiyê kolberekî Kurdê Rojhilat kustin

13 March 2021 20:01 0 dîtin
Leskerên Tirkiyê kolberekî Kurdê Rojhilat kustin

PeyamaKurd – Malpera mafê mirovan ya Hengawê ragihand ku li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Ormiyê, li navçeya Xoyê li nahiya Kotolê li gundê Givarayê komekî kolber ji aliyê leşkerên Tirkiyê de li ser sînor hatin girtin û leşker bi wan îşkence kirin. Di encama îşkencê de kolberekî ji wan wefat kir.

Kolberê ku canê xwe daye navê wî Burhan Mihemmedi ye û 23 saliye. Heya niha termê kolber li cem hêzên Tirkiyê ye û bi sedema sînor girtiye malbata kolberî nikare here termê kurê xwe bîne.

Leşkerên Tirkiyê her weha dest danîne ser komekî hesp û hêstirên kolberan.