Tirkiyê rojnamevan Behramî û 32 Kurdên Rojhilatî radestî Îranê kirin

27 December 2019 15:22 0 dîtin
Tirkiyê rojnamevan Behramî û 32 Kurdên Rojhilatî radestî Îranê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Koç û Koçberan a Tirkiyê doh 26ê Kanûnê rojnamevan û çalakvanê siyasî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Adil Behramî jî di nav de 33 kes radestî rejîma Komara Îslamî ya Îranê kirin.

Rêveberiya Koç û Koçberan a Tirkiyê ragihand ku 33 penaberên Îranî ji Deriyê Sînorî yê Gurbulaxê yê ser bi navçeya Bazîd a Agiriyê radestî Îranê hatine kirin.

Li gorî nûçeya BasNewsê berpirsekî îdarî yê Rêveberiya Koç û Koçberan a Tirkiyê ku navê xwe nedaye eşkere kiriye ku rojnamevan Adil Behramiyê li Girtîgeha Agiriyê dihat girtin jî di nav de, wan 33 penaber radestî Komara Îslamî ya Îranê kirine.

Berdevkê Peywendiyên Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komala) Saman Rishehsaheb demek berê dabû xuyakirin ku ew ji 20ê Kanûnê ve aqûbeta endamê xwe yê li Tirkiyê girtî Adil Behramî nizanin.

Rojnamevan Adil Behramî ji navçeya Kamyaranê ya eyaleta Kurdistanê ye û 7 sal in beşdarî nava Komalayê bûye û di nava Komalayê da karê rojnemevaniya hizbê kiriye.

Li aliyê din Komara Îslamî ya Îranê jî doza girtin û desteserkirinê bi hinceta “endamtiya hizbên Kurdistanî” lê vekiriye ku bi vê radestkirina Tirkiyê re jiyana wî dikeve metirsiyê.