Serokê OPTIMARê: Kurdên Tirkiyê Mesûd Barzanî wek serokê xwe dibînin
PeyamaKurd – Serokê Kompaniya Rapirsî û Lêkolînan Optimarê Hilmî Daşdemîr, eşkere kir ku wan di rapirsiyeke xwe de ji kurdan pirsa; ‘Hûn kî wekî serok dibînin?’ pirs kiriye û 3 lîder derketine pêş ku Serok Mesûd Barzanî navê herî zêde derketiye pêş e.
Daşdemîr di daxuyaniyeke xwe ya li ser hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyê de, ji K24ê re daye xuyakirin, ji bo seroktiya Tirkiyê namzedê herî baş Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu ye û piştî wî jî Ekrem Îmamoglu tê.
Herwiha daye zanîn ku di nav hilbijêrên Kurd û HDPê de jî navê Selahattîn Demirtaş ji bo namzediya serokomariyê derdikeve pêş.
Daşdemîr gotiye, wan di lêkolînên xwe de pirs ji hilbijêrên Kurd kiriye bê li gorî wan lîder kî ye? û 3 nav derketine pêş.
Serokê Optimarê Hilmî Daşdemîr dibêje, “Di serî de di nav Kurdên li Tirkiyê de, navê Mesûd Barzanî derdikeve pêş. Piştre Selahattîn Demirtaş û li pey wî jî Erdogan tê. Ji bilî van, navên ku derdikevin pêş nînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin