Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî cezna Kurdên Kakeyî pîroz kir

25 January 2024 22:46 0 dîtin
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî cezna Kurdên Kakeyî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî cejna Kurdên Kakeyî ya bi navê Qewlîtas (Sê rojên Yaran) pîroz kir û behsa girîngiya pêkvejiyana xelkê Kurdistanê kir û got; divê çanda pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê bê xwurtkirin û daxwazên pêkhateyan bên destekkirin.

Serok Bazanî di peyama xwe ya pîrozkirina cejna Kakeyiyan de ku îro an ku di 25.01.2024an de ye weha got:

“Bi wesîla cejna Qewlîtasê ez temamê birayên Kakeyiyên Kurdistanê û dinyayê pîroz dikim. Hêvî dikim ku li Kurdistanê temamê grûbên olî û etnîkî her wext cejnên xwe di nav aramî, hûzûr û dilxweşiyê de derbas bikin.”