Di bombebaraneke balafirên Tirkiyê de 2 kurdên rojhilatî hatin kustin

29 April 2020 11:12 0 dîtin
Di bombebaraneke balafirên Tirkiyê de 2 kurdên rojhilatî hatin kustin

PeyamaKurd - Di encama bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyê de li deverên sînorî yên di navbera Rojhilat, Bakûr û Başûrê Kurdistanê de 2 welatiyên rojhilatî hatin kuştin.

Duhî berbanga sibehê, balafirên şerî yên Tirkiyê baregehên PKKê yên li deverên sînorî yên di navbera Rojhilat, Bakûr û Başûrê Kurdistanê de bombebaran kirin û li gorî zanyariyan, di encama wê êrişê de du welatiyên Rojhilatî li devera Xakûrkê hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên berdest ew welatiyên rojhilatî bo komkirina pincarên biharî çûbûn wan zozanan.

Heta niha jî termê wan welatiyên Rojhilatî li wê deverê ne û malbatên wan nikarin ji tirsa bordûmanê termê zarokên xwe bînin.

Navê yek ji wan kesên ku hatine kuştin, Fazir Tazewarid (35) ye û navê yê din jî Reşîd Mîro (36) ye. Her du jî xelkê bajarê Şino bûne.