Serokomarê Tirkiyê: Tu pirsgirêkên me bi Kurdên Iraq û Sûriyê re tune ne
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser egera operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî û got, ew rijd in ku tiştê pêwîst be bikin.
Li gor Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Lûtkeya G20 di konferanseke rojnamevanî de li ser pirsa “Gelo piştî teqîna Stenbolê, operasyonek li dijî Rojavayê Kurdistanê di rojeva we de heye?” diyar kir, lêkolînên wan ên li ser teqîna Stenbolê berdewam in û di encama wan lêkolînan de, ew rijd in ku tiştê pêwîst be bikin.
Herwiha Erdogan eşkere kir: “Tu pirsgirêkên me bi Kurdên Iraq û Sûriyê re tune ne, wek çawa bi welatiyên me yên Kurd ên li Tirkiyê re tune ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin