Malbatên 9 ciwanên Kurdên Rojhilat banga berdana zarokên xwe li Tirkiyê dikin
PeyamaKurd - Malbatên 9 penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê ku havîna îsal ji aliyê Tirkiyê ve radestî komên cîhadî yên Sûriyê hatine kirin, li ber balyozxaneya Tirkiyê ya li Tehranê civiyan û banga berdana zarokên xwe kirin.
Meha Tebaxa 2021ê, 9 penaberên kurd yên ji Rojhilatê Kurdistanê ku dixwestin bi rêya Tirkiyê derbasî Ewropa bibin, ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn girtin û piştre ew radestî komên cîhadî yên Sûrîyê hatibûn kirin.
Heta niha tenê carekê wan ciwanên Kurd pêwendî bi malbatên xwe re kirine.
Malbatên wan penaberan dibêjin, ew çekdarên Sûrî yên ku zarokên wan di destê wan de ne, ji wan re gotine, her gava Tirkiye bixwaze emê zarokên we berdin.
Malbat doh 14ê Kanûnê li ber balyozxaneya Tirkiyê ya li Tehranê kom bûn û xwestin bi berpirsên balyozxanê re rûnên û derdên xwe ji wan re bêjin lê heta niha rê nedane wan bi berpirsên balyozxanê re hevdîtinê bikin.
Navê wan penaberên radestî komên çekdar hatine kirin; Behemen Şadrewan, Mesûd Heyderî, Seîd Ehmedî, Demawend Paksirişt, Efşar Rostemî, Hidayet Ruxzadî, Arman Reşîdî, Mubîn Weledbêgî, Ferdîn Derwîşpûr.
Hat zanîn beşek ji wan xelkê bajarê Serdeştê ne û beşek jî xelkê bajarê Pawe ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin