Ciwanekî Efrînî yê 16 salî li ser sînor ji aliyê leskerên Tirkiyê ve hat kustin

14 October 2020 13:30 0 dîtin
Ciwanekî Efrînî yê 16 salî li ser sînor ji aliyê leskerên Tirkiyê ve hat kustin

PeyamaKurd – Ciwanekî Efrînî yê 16 salî, ji aliyê leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, bi guleyan hat kuştin.

Hesen Cume Hemed ciwanekî 16 salî ji bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve ye. Do dema bi malbata xwe re hewl didan di rêya gundê Hemamê re xwe bigihînin Tirkiyê, leşkeran gule bi ser wan de barandin.

Li gor çalakvanên Efrînê diyar kirin, guleyek li Hesen Cume Hemed ket û can da.

Ev ne cara yekem e welatiyên Efrînê li ser sînor tên kuştin. Meha borî jî zarokê Efrînî yê 14 salî Xelîl Nihad Şêxo dema bi hejmarek kesan hewl dida sînor derbas bikin û biçin Bakurê Kurdistanê, leşkerên Tirkiyê güle berdanê û kuştin.