Li ser sînorê Nîjer-Maliyê di êrîsa çekdaran de 12 lesker hatin kustin
PeyamaKurd – Li ser sînorê dewletên Nîjer-Maliyê di êrîşa hêzên çekdar de 12 leşker can dane û ji terefên çekdaran gelek kes hatine kuştin. Li gor ragihandina televizyona dewletê; kesên êrîş kirine nasnamên wan diyar nînin û li herêma Tillaberi li navça Anzourouyê yekîneyên leşker yên navçê xistine kemînê.
Tillaberi, li ser sînorê 3 dewletan li ser sînorê Nîjer-Malî-Bûrkîna Fasoyê ye. Li ser wê xetta sînor El Qaîde û DEAŞ gelek caran êrîşan dikin û di 16ê Tebaxê de car din 17 leşkeran kuştibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin