Ji Olaf Scholz daxuyanîya êrîsa Solingenê: Em ê sînorên xwe asêtir bikin!

26 August 2024 18:27 0 dîtin
Ji Olaf Scholz daxuyanîya êrîsa Solingenê: Em ê sînorên xwe asêtir bikin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz îro 26ê Tebaxê li bajarê Solingen ê Almanya ku 23yê mehê di êrîşeke bi kêrê ya koçberekî Sûrîyê de 3 kes hatibûn kuştin daxuyanî dan. Serokwezîrê Almanyayê Scholz got ku ew dê wergirtina çekan zehmettir û sînorên xwe asêtir bikin.

Olaf Scholz diyar kir ku ew dê ji bo dubarenebûna bûyerên wekî vê her tiştê pêwîst bikin û da zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

“Divê em sînorên xwe asêtir bikin”

Serokwezîrê Almanyayê bal kişand ser ewlehiya sînoran jî û pê de çû:

“Ji bo ku em rê li ber hatine koçberên neyasayî bigirin divê em sînorên xwe asêtir bikin.

Ji bo ku em li dijî tundajoyan rawestin em bi Misilman û Mesîhiyan re dixebitin.”

“Divê em pişta hev bigirin”

Olaf Scholz got ku divê ji bo parastina jiyana mirovan zêdetir hewl bidin û û ji bo rizgarkirina jiyana mirovan pişta hev bigirin.

Scholz wiha pê de çû: “Em ê li dijî bûyerên bi vî rengî têbikoşin. Ez dixwazim ji welatiyên xwe bibêjim re ku vê bûyerê bandor li me tevan kiriye û em ti carî ji bîr nakin. Ez gelekî li serê rijd im ku divê em şer bi vê kîn û rikê re bikin. Spas ji polîsan re ku wan êrîşkar girtiye. Ez balê dikişînim serê ku divê em ewlehiya welatê xwe qewîntir bikin û ji aliyê yasayî ve bilezînin.”

Çi bûbû?

23yê Tebaxê li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê di dema festîvala 650emîn salvegera avakirina bajêr de, kesekî bi kêrê êrîş kir û di encama êrîşê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 8 kes jî birîndar bûn. Êrîşkarê 26 salî ku koçberê Sûrî bû piştre hatibû girtin, lê berî wê jî DAIŞê berpirsiya êrîşê li xwe girtibû.