Olaf Scholz: Tu planên Putin bi ser neketin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, beriya Lûtkeya Yekîtiya Ewropa û Komeleya Neteweyên Başûr û Rojhilatê Asyayê (ASEAN) û Lûtkeya Lîderên Yekîtiya Ewropayê ku wê li paytexta Belçîka Brukselê bê lidarxistin, li Meclîsa Federal axivî.
Olaf Scholz diyar kir ku şerê Rusyayê yê li ser Ukraynayê xaleke veguhertinê ye û diyar kir ku mijarên ku dê di Lûtkeya Rêberên Yekîtiya Ewropayê de bên gotûbêjkirin, giraniya rewşa ku Vladimir Putin li parzemîna Ewropayê daxistiye nîşan dide.
Scholz diyar kir ku Vladimir Putin hesabên xelet kirine û wiha got:
"Putin di wê baweriyê de ye ku leşkerên wî dê di nav çend rojan de Ukraynayê bi dest bixin, em û Rojavaya demokratîk a li Ewropayê bi qasî ku alîkariya Ukraynayê bi bandorkerî bike ji hev cuda bûne û bi girtina vaneyên gazê ew dikare hevgirtina Ewropayê zuha bike. Lê tu planên Putin bi ser neketin."
Serokwezîr Scholz destnîşan kir ku Ukrayna li dijî êrîşên Rusyayê disekine û diyar kir ku heta hewcedariya wan hebe û dê piştgiriya Ukraynayê bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin