Scholz: Serhildanê, rêveberiya Putin lawaz kir!

29 June 2023 13:30 0 dîtin
Scholz: Serhildanê, rêveberiya Putin lawaz kir!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, di derbarê rewşa navxweyî ya Rusyayê de axivî û diyar kir ku ew bawer dike ku serhildana neserkeftî ya koma kirêt Wagnerê, rêveberiya Serokê Rusyayê Vladimir Putin lawaz kiriye.

Olaf Scholz ji ARDê re axivî û got, "Di her rewşê de ev yek dê bandorek li ser Rusyayê jî di demeke dirêj de bike. Ez bawer dikim ku ew (Putin) jixwe lawaz dibe."

Scholz diyar kir ku serhildan di avahiyên otokratîk û strukturên hêzê de şikestin nîşan da û da zanîn ku Putin bi tu awayî di nav "zemînek saxlem" de nîn e.

Scholz li ser rexneyên ku dibêjin serhildana li Rusyayê ji aliyê îstîxbarata Alman ve ji berê ve nehatiye zanîn jî axivî û got, "Helbet serwîsên me yên li Almanyayê her tim hewil dane ku rewşa Rusyayê bişopînin, vê yekê dikin. Helbet vê yekê ji pêş ve nizanibûn. Bi kêmanî bi qasî ku îro em dibînin, nizanibûne."