Scholz: Divê mirov nekeve kemîna Putin

23 August 2022 16:00 0 dîtin
Scholz: Divê mirov nekeve kemîna Putin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, li ser rewşa enerjiyê axivî û bal kişand ser polîtîkaya Rusyayê. Scholz da zanîn ku Rusyayê herikîna gazê ya ber bi Ewropayê ve kêm kiriye û hişyarî kir ku kes nekeve kemîna Vladimir Putin.

Olaf Scholz, di roja yekemîn a serdana xwe ya Montrealê de ku dê 3 rojan berdewam bike, bal kişand ser hewcedariya bi gaza Rusyayê û da zanîn ku rayedarên Almanyayê, ji bo kêmkirina vê hewcedariyê xebatan dikin.

Serokwezîrê Almanyayê da zanîn ku ji bo ku hewcedariya bi Rusyayê bi temamî ji holê bê rakirin û ji bo ku ew xwe bigihînin çavkaniyên enerjiyê; çi ji destên wan tê, bi lez û bez dikin.

“Ne hevkarekî ewledar e”

Scholz bi berdewamî got, Rusya ne hevkarekî ewledar e lewra hincetên ku tu eleqeya wan bi teknîkê re tuneye îdia dike û herikîna gazê ya ber bi Ewropayê re kêm kiriye. Serokwezîr Scholz li ser vê yekê got,

“Divê ji ber vê yekê, mirov nekeve kemîna Putin” û eşkere kir ku wan ji bo pêşvebirina hidrojena kesk a Kanadayê, hevkariya xwe zêde kiriye û ew ji ber vê yekê jî gelek bextewar in.