Biden: Divê li herêmê ti kes nekeve nava tevgerên ku zirarê bidin pêvajoya agirbestê

17 August 2024 12:29 0 dîtin
Biden: Divê li herêmê ti kes nekeve nava tevgerên ku zirarê bidin pêvajoya agirbestê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden destnîşan kir ku di hevdîtinên agirbestê yên li Dohayê de pêşketinên girîng çêbûne û peyamek da hemû aliyên pêwendîdar û got, "Divê li herêmê tu kes nekeve tevgerên ku zirarê bidin pêvajoya agirbestê."

Serokê DYAyê Biden daxuyaniyeke nivîskî da û tê de rewşa dawî ya pêvajoya agirbesta li Xezzeyê nirxand.

Biden di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di hevdîtinên li Dohayê de wan pêşniyareke “lihevhatî” daniye ser maseyê ji bo ku valahiya di navbera aliyan de bê girtin û ew hêvî dikin ku ev yek bibe bingehê lihevkirina agirbestê.

Biden da zanîn ku bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û Serokkomarê Misirê Abdulfetah Sîsî re cuda hevdîtin pêk anîne û li ser muzakereyên 2 rojî gotûbêj kirine, Biden diyar kir ku di hevdîtinan de pêşketineke girîng çêbûye.

Biden bal kişand ser wê yekê ku ew ê hefteya pêş me careke din li Qahîreyê bicivin û muzakereyan bidomînin û wiha got: "Divê li herêmê tu kes nekeve tevgerên ku zirarê bide pêvajoya agirbestê."

Biden diyar kir ku wî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî şand herêmê û tekez kir, ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo pêkanîna rêkeftina agirbestê berdewam bin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê de hat ragihandin ku wezîr Antony Blinken wê 17ê Tebaxê roja Şemiyê biçe Îsraîlê.

Roja Pêncşem û Înê li Dohaya paytexta Qeterê bi armanca pevguhertina girtiyan û pêkanîna agirbestê li Şerîda Xezzeyê di navbera Îsraîl û Hamasê de danûstandin hatin kirin.

Heyet bi serokatiya Serokwezîrê Qeter û Wezîrê Karên Derve Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sanî, Dîrektorê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê Bill Burns, Dîrektorê Îstixbarata Misrê Abbas Kamil û Dîrektorê Mossadê David Barnea beşdarî danûstandinên li Dohayê bûn û hat ragihandin ku "baş derbas bûne."

Hat ragihandin ku alî wê hefteya bê li Qahîreya paytexta Misirê muzakereyên agirbestê bidomînin.