Di bahoza Helene de 166 kes mirin: Biden û Harris diçin herêmê

02 October 2024 17:34 0 dîtin
Di bahoza Helene de 166 kes mirin: Biden û Harris diçin herêmê

PeyamaKurd – Di bahoza Helene ya 6 eyaletên Amerîkayê daye ber xwe de, hejmara miriyan gihîşt 166 kesan.

Bahoza Helene ku ji Pêncşema hefteya borî ve li eylaeta Florîda ya Amerîkayê dest pê kiribû bandor li ser 6 eyaletan kir ku zirar gihand zêdetirî 1,3 milyon welatiyan.

Hate ragihandin ku di encama bahoza Helene de, heta niha li eyaletên Florida, Georgia, Virginia, Tennessee, Carolina Başûr û Carolina Bakur bi giştî 166 kes mirine.

Herwiha lêgerîna windayan dewam dike û li aliyekî jî paqijî û rakirina kavilan didome.

Tê texmînkirin ku ziyaneke 145-160 milyar dolaran a bahoza Helene çêbûye.

Tê çaverêkirin Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Carolinaya Başûr û Cîgira Serok û namzeda seroktiyê Kamala Harris jî li eyaleta Goergiayê serdana mexdûran bike.