Biden got, "Meseleya jiyan û mirinê ye"! Amerîka ji ber bahoza Milton di hisyariyê de ye!

10 October 2024 11:18 0 dîtin
Biden got, "Meseleya jiyan û mirinê ye"! Amerîka ji ber bahoza Milton di hisyariyê de ye!

PeyamaKurd – Amerîka ji ber bahoza Milton di hişyariyê de ye. Milton ku wekî bahoza sedsalê tê binavkirin, di asta kategoriya 3an de li peravên rojavayê Floridayê derket.

Hat diyarkirin leza bayê di saetê da 205 kîlometre bû.

Li Florida ji ber Milton gelek tofan çêbûn. Herî kêm 125 xaniyan zerareke mezin dîtine. Nêzî 1,5 milyon mal û kargeh bê ceyran man.

Navenda Bahoza Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku bahoza Milton li Siesta Key ya Floridayê di asta kategoriya 3 de derketiye.

Hat diyarkirin leza bayê di saetê da 205 kîlometre bû. Piştî nêzî 2 saet û nîvan leza bayê daket 165 kîlometreyan. Bi vî awayî, bahoza ket Kategoriya 2.

Lêbelê, ji ber Milton gelek tofan li Florida qewimîn. Herî kêm 125 xaniyan zirareke mezin dîtine. Nêzî 1,5 milyon mal û kargeh bê ceyran man. Servîsa Meteorolojiyê hişyarî da ku asta deryayê dibe ku 4 metre bilind bibe. Bahoza Milton, di asta Kategoriya 5 de, bi leza bayê ku di saetê de 230 kîlometre ye, potansiyela wêrankirinê ya mezin heye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bang li gel kir ku beriya bahozê herêmê vala bikin û got, "Ev meseleya jiyan û mirinê ye."