ENKS: Divê herêmên Kurdî li hember destwerdan û dagîrkeriya derve bên parastin
PeyamaKurd – Di civîna ku piştî rûxana rejîma Esed hat lidarxistin de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bal kişand ser giringiya misogerkirina yekrêziya gelê Kurd.
Di civînê de hat gotin ku divê herêmên Kurdî li hember destwerdan û dagirkeriya derve bên parastin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê hebûna gelê Kurd û mafên wî yên netewî bi destûrî di Sûriyeke nenavendî de bên garantîkirin.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) doh li bajarê Qamişlo li hola El-Barzanî El-Xalid ya Partiya Yekîtiya Kurdistana Sûriyê civîna xwe ya asayî lidar xist. Civîn piştî rûxandina rejîma Beşar Esed yekemîn civîn e.
Bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Sûriyê û rêberê nemir Mistefa Barzanî destpê kir. Paşê Serokê ENKSê Silêman Oso di destpêka axaftina xwe de pîrozbahiya rûxandina rejîma otorîter li Şamê li Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên netewî û olî re kir.
Oso diyar kir ku ew hêvî dikin Sûriyeya îro bibe welatê hemû kesên li wir dijîn. Tekez kir ku Encûmenê bi redkirina vexwendina Beşar Esed ji Şamê re di destpêka şoreşa Sûriyê de helwesteke rast nîşan da.
Hat bibîrxistin ku ENKS ji destpêka şoreşê ve li kêleka gelê Sûriyê ye û ligel opozîsyona Sûriyê tevdigere.
Yekîtiya Kurd û parastina mafên xwe
Di civînê de beşdaran bal kişandin ser girîngiya yekitiya gelê Kurd û diyar kirin ku divê herêmên Kurdan li hember destwerdan û dagirkeriya derve bên parastin. Herwiha tekezî li ser wê yekê hate kirin ku divê hebûna gelê Kurd û mafên wî yên netewî li gorî destûrî di Sûriyeyeke nenavendî de were garantîkirin.
ENKSê diyar kir ku divê danûstandin bi rêveberiya nû ya Şamê re bileztir bibe, lê ENKSê bal kişand ser zelalkirina nêrîna xwe ji bo paşeroja Sûriyê. Beşdaran diyar kirin ku xebat di organên opozîsyona Sûriyê de berdewam in û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî pêwîst e.
Di civînê de tekezî li ser giringiya pêwendiya ligel welatên Erebî û civaka navdewletî hate kirin. Bi taybetî biryarên civîna ku li Urdinê pêk hat û welatên Ereb, Yekîtiya Ewropa, DYA, Tirkiye û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen jî beşdar bûn hatin pêşwazîkirin.
Spasiya ENKSê bo Serok Barzanî
Beşdaran spasiya Serok Mesûd Barzanî kirin ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve piştevaniya gelê Kurd kiriye û hembêzkirina penaberên Kurd li herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin