Trump: Divê mirov venegerin Xezzeyê
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trûmp diyar kir ku DYA wê Şerîda Xezzeyê bigire û divê gel venegere Xezzeyê.
Serokê Amerîkayê Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ku li Qesra Spî qebûl kiribû civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Trump amaje bi wê yekê kir ku Xezze niha herêmeke wêranî ya mezin e ku bi temamî hatiye rûxandin, Trump amaje bi wê yekê kir ku ji bo Filistîniyên li Xezzeyê wê gelek çêtir be ku biçin wargehên nû yên ku li welatên cîran, bi taybetî cihên li Misir û Urdunê bên avakirin.
Trump wiha got: "Amerîka wê Şerîda Xezzeyê bigire û em ê li wir karekî bikin. Em ê bibin xwediyê wê û em ê ji rakirina hemû bombeyên neteqiyayî yên metirsîdar û çekên din ên li herêmê, xelaskirina avahiyên hilweşiyayî berpirsiyar bin."
Serokê DYAyê diyar kir ku Xezze niha herêmeke bi temamî wêranbûyî ye û cihê jiyanê nîne û got, "Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê mirov venegerin Xezzeyê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin