Netanyahu ji Trump re: Divê em karê li Xezzeyê Biqedînin

05 February 2025 11:32 0 dîtin
Netanyahu ji Trump re: Divê em karê li Xezzeyê Biqedînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di serdana xwe ya Amerîkayê de got ku Îsraîl ji bo "pêşeroja xwe ewle bike" û "aştiya herêmê bîne" divê "karê li Xezzeyê biqedîne".

Netanyahu ku çûbû Washingtonê, li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.

"Hûn li Qesra Spî hevalê herî mezin ê Îsraîlê ne"

Netanyahuyê ku bi gotina "Tu li Qesra Spî dostê herî mezin ê Îsraîlê yî" pesnê Trump da û destnîşan kir ku Trump Qudsê wek paytexta Îsraîlê nas kir, Balyozxaneya Amerîkayê bar kir Qudsê û di dewra xwe ya ewil a serokomariyê de girtina Girên Golanê ji aliyê Îsraîlê va hat parastin.

Netanyahu amaje bi bandora Trump a li ser agirbesta vê dawiyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de û vekişandina piştgiriya Amerîkayê ji ajansên Neteweyên Yekbûyî yên ku alîkariyên mirovî pêşkêşî Filistîniyan dikin, yekser piştî desteserkirina erkê xwe wiha got: "Birêzan, ev hemû tenê di nav du hefteyan de çêbûn. Hûn dikarin bifikirin ku em ê di çar salan de li ku bin? Ez dikarim."

Netanyahu herwiha got: "Birêz Serok, çawa ku me gotûbêj kir, divê em karê li Xezzeyê biqedînin da ku pêşeroja xwe ewle bikin û aramî li herêma xwe pêk bînin."

"Fikra Trump di astekê de ye ku karibe nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike"

Netanyahu got, "Daxwaza we ya ku hûn li derveyî sindoqê bifikirin û bi ramanên nû rabin, wê ji me re bibe alîkar ku em van hemî armancan bi dest bixin," Netanyahu got ku Trump amade ye ku ramana kevneşopî ya ku gelek caran têkçûyî bişkîne.

Netanyahu got: "Ev cure raman e ku wê nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike."

Netanyahu behsa komên çekdar jî kir û got, "Îsraîl dema bi ser ket wê şer biqedîne... Wê ev bibe serkeftineke Amerîkayê jî."