Josep Borell: Divê navberên mirovî berdewam bikin

03 December 2023 10:54 0 dîtin
Josep Borell: Divê navberên mirovî berdewam bikin

PeyamaKurd - Berpirsê Bilind ê Pêwêndiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell, li ser piştî bidawîbûna agirbesta ligel Hemasê ji nû ve destpêkirina êrîşên Îsraîlê li ser Xezzeyê daxuyanî da.

Borell li ser platforma Xê ragihand, divê navberên mirovî yên şer berdewam bikin û Îsraîl jî li gorî hiqîqa mirovî ya navdewletî ya şer tevbigere û binpêkirinan neke.

Herwiha Borell destnîşan kir ku hevdem bi berdewamkirina navberên mirovî re, divê xebat ji bo çareseriya siyasî ya tevahiya erdên Filîstînê bê kirin û ew bi kuştina Filîstîniyan gelekî xemgîn dibin.