Papa: Divê rêya gihandina alîkariyên mirovî bê vekirin
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Vatîkanê û Rêberê Rûhanî yê Katolîkan Papa Francis, di îbadeta heftane de bang kir ku ji bo dayîna alîkariyên mirovî yên li Xezayê divê rê bê vekirin û dîlgirtî demildest bên berdan.
Papa diyar kir ku ew ji bo rewşa giran a li Ukrayna, Filistîn, Îsraîl û herêmên din ên di şer de ne, dua dikin û got, "Bi taybetî li Xezayê divê cih ji dayîna alîkariyên mirovî re bê vekirin, dîlgirtî demildest bên berdan.
Papa Francis bi bîr xist ku wî di 27ê Cotmehê de li Vatîkanê ji bo aştiya cîhanê rojî û dua kir û spasiya kesên ku li gelek cihan û bi awayên cuda beşdarî vê duayê bûn kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin