Zelenskiy: Divê em bixebitin ku di sala bê de, di rêya dîplomasiyê de ser biqedînin

16 November 2024 16:44 0 dîtin
Zelenskiy: Divê em bixebitin ku di sala bê de, di rêya dîplomasiyê de ser biqedînin

PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy got ku divê bixebitin ku di sala bê de, di rêya dîplomasiyê de şer biqedînin.

Di vê pêvajoyê de siyaseta nû ya DYAyê dikare rolekî baş di qedandina şer de bileyîze. Zelenskiy tewrê Rûsyayê yê di pêvajoyê de nirxand û got ku ji bo şer biqede dê Rûsya her tiştî bike.

Zelenskiy ragihandina xwe ji bo medya Ûkraynayê kir û di hevpeyvîna xwe de, li ser serokatiya Donal Trump ya DYAyê û muzakereyên bi Rûsya re rave kir. Zelenskiy got:

“Me di meha Êylûlê de hevdîtinekî baş bi Donald Trump re kir. Ji aliyê me de erênî bû. Trump bihîst ku di derbarê dawîanîna şer de em çi dixwazin. Li ser tewrê me tiştekî negot.

Di serkeftina 5ê Sermazê de min Trump pîroz kir. Trump got ku dixwaze şer bi dawî bike. Ew jî dixwaze destekê bide Ûkraynayê. Yanî heya niha hevdîtinên me başin.”

Zelenskiy, li ser mijara ku dê Putin li ser masa muzakereyan rûnê an rûnenê got:

“Ez difikirim ku Putin li aştiyê nagere. Lê ev nayê vateya ku naxwaze bi lîderên din re li ser masê rûnenê. Çima? Ji bo Putin, ya girîng ewe ku ji destpêka şer heya niha Rûsya hatiye dorpêçkirin û dixwaze dorpêçê ji ortê hilîne. Afatina wî jê re başe lê ti peymanekî naxwaze.

Kes weka me aştiyê naxwaze. Guherîna di siyaseta Amerîka de, bi ya min nîşan dide ku wê şer biqedîne. Ez nizanim dê çawa bibe. Wezîfa me ku em xwurt bin û qedandina şer ji bo me girînge. Rojekî diyarkirî tine. Lê bi hatina tîma nû ya Koşka Sipî, wê şer zûtir biqede. Ev tewrê wane, ev soza wane û ji bo wan girînge.”