Zelenskiy: Divê Rûsya jî besdarî Lûtkeya Astiyê bibe
PeyamaKurd - Serokomarê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy, duh yekem carê piştgiriya xwe ya ji bo beşdarbûna Rûsyayê ya li lûtkeya aştiyê ya Ûkraynayê ku wê li Kîevê pêk bê diyar kir.
Zelenskiy di civîna çapemeniyê ya li Kîevê de got: "Ez hêvî dikim ku plana pêkanîna lûtkeyê ku di meha Mijdarê de pêk bê temam bibe. Bi baweriya min divê nûnerên Rûsyayê jî beşdarî vê lûtkeya duyemîn bibin" û diyar kir ku ew .
Ûkrayna di lûtkeya yekem de ku meha borî li Swîsreyê hatibû lidarxistin de, ji bo pêşkêşkirina plana xwe ya aştiyê, 92 delegeyên ji gellek welatan kiribû. Rûsya ku di Sibata 2022an de dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiribû, ji bo vê lûtkeyê nehat vexwendin.
Rêberê Ukraynayê ne li ser rawestandina şer, lê ji "planek" li ser sê mijaran axivî. Ev mijar; ewlehiya enerjiyê ya Ûkraynayê ku kargehên wê ji ber bombebarana Rûsyayê ziyan dibînin, azadiya gerûgeşta bazirganî ya li Deryaya Reş û pevguhertina girtiyan a ku ji ber pevçûnan rawestiyan e.
Zelenskiy ev daxuyanî piştî ku hefteya borî ji serdana xwe ya Washingtonê ya ji bo Lûtkeya Peymana Atlantîka Bakur (NATO) vegeriya da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin