NATO: Zelenskiy dê besdarî Lûtkeya Vilniusê ya NATOyê bibe

21 April 2023 15:00 0 dîtin
NATO: Zelenskiy dê besdarî Lûtkeya Vilniusê ya NATOyê bibe

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy dê beşdarî Lûtkeya NATOyê ya li Vilniusê bibe.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Stoltenberg ve hat dayîn, hat diyarkirin ku dê Volodimir Zelenskiy, beşdarî Lûtkeya NATOyê ya ku dê di 11 û 12ê Tîrmehê de li Vilniusa paytexta Lîtvanya bê lidarxistin, bibe.

Stoltenberg ê ku beriya Civîna Koma Têkiliya Parastinê bersiv da pirsên rojnamevanan, bi bîr xist ku piştî ku Rusyayê di 24ê Sibata 2022yan de êrîşî Ukraynayê kir, duh cara ewil wî serdana Ukraynayê kiriye û da zanîn ku di hevdîtina xwe ya bi Zelenskiy re peyama ku heta dawiyê piştgirî bidin Ukraynayê dane.

Stoltenberg diyar kir ku wî peyama xwe da û destnîşan kir ku divê Ukrayna wekî welatekî serwer û serbixwe hebûna xwe berdewam bike û ji bo vê jî divê NATO piştgiriya xwe bidomîne.