Rûsya: Divê Kurd jî besdarî komîteya makezagonê bibin!

20 June 2018 13:00 0 dîtin
Rûsya: Divê Kurd jî besdarî komîteya makezagonê bibin!

PeyamaKurd- Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin yê bi navê Aleksandr Lavrentyev got ku li Sûriyê ji bo makezagoneke nû xebat wê dest pê bikin. Divê Kurd jî beşdarî komîteya makezagonê bibin.

Dewletên ji bo agirbesa Sûriyê yên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê li Cenêvê civînek pêk anîn. Piştî civînê, Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin yê bi navê Aleksandr Lavrentyev daxuyaniyek da çapemeniyê. Lavrentyev got ku em dixwazin Kurd jî di pêşeroja Sûriyê de werin temsîlkirin. Ji bo vê yekê jî em bi Tirkiyê re pêwendiyên xwe didomînin. Em Kurdan wekî alîgirên Sûriyê, alîgirên Yekîtiya Demokratîk an jî alîgirên YPGê ku Tirkiye bi çavekî nebaş li wan dinêrê, ji hev venaqetînin.

Çawa be, çilo be Kurd jî wê werin temsîlkirin. Ji bo vê yekê jî em bi erkdarên Tirkiyê re diaxivin.