Almanya: Divê Kurd besdarî pêvajoya veguhestina Sûriyeyê bibin

13 January 2025 11:55 0 dîtin
Almanya: Divê Kurd besdarî pêvajoya veguhestina Sûriyeyê bibin

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock got ku divê Kurd beşdarî pêvajoya veguhertina siyasî ya berfireh a li Sûriyê bibin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku beşdarî civîna navneteweyî ya bi mebesta dabînkirina alîkariya siyasî û aborî ya ji Sûriyeyê re ku li paytexta Erebisitana Sihûdî Riyadê pêk hat bû.

Civîna ku bi beşdariya wezîrên derve yê welatên ereb û welatên Ewropa û hin welatên din pêk hat, bi serpereştiya Erebistana Sihûdî bi rêve çû.

Wezîra Derve ya Almanyayê Baerbock, piştî civîna ku duh li Riyadê bi rêve çû, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî hevdîtinekê pêk anîbû.

Piştî civînê, Wezareta Derve ya Almanyayê, bi daxuyaniyekê peyama Baerbockê ya di derbarê civînê de belav kir û diyar kir ku divê Kurd di pêvajoya veguhertina siyasî ya berfireh a Sûriyeyê de cih bigirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanyayê ya ku li ser hesabê Xê yê wezaretê hate parvekirin de ev agahî hatin parvekirin:

“Sûriyeya nû ya bi aşt û aram nabe ku ji bo cîranên wê bibe gef. Tiştê niha pir pêwîst e ew e ku şer û pevçûnên li bakur bi dawî bibin û kurd beşdarî pêvajoa veguhestina siyasî ya berfireh a li Sûriyê bibin."