Rûsya wê besdarî Lûtkeya G20 a li Baliyê bibe
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê diyar kir ku Rûsya wê beşdarî Lûtkeya G20 a li Baliyê bibe.
Li gor Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov da zanîn, Rûsya wê beşdarî Lûtkeya G20 ya li Baliyê bibe, lê hîn formata beşdarbûnê nehatiye diyarkirin.
Peskov ji RIA Novosti re destnîşan kir: “Rûsya dê beşdar bibe lê format hîn ne diyar e.”
Balyozê Endonezyayê yê li Îmarata Erebî Husîn Bagis eşkere kiribû, serokên Rûsya û Ukraynayê qebûl kirine ku beşdarî lûtkeyê bibin, lê belê Berdevkê Serokatiya Ukraynayê Sergey Nikiforov ev yek red kir.
Herwiha Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî destnîşan kiribû ku ji bo beşdarbûna lûtkeyê dawetname sitendiye, lê heta niha biryar nedaye ku beşdar bibe yan nebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin