Zelenskiy: Divê di her sert û mercî de em bi DYAyê re hevkariyê bikin
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy, di hevpeyvîneke taybet de ji BBCyê re got ku eger ew careke din wek serok were hilbijartin, karkirina ligel namzedê Komarî Donald Trump li Amerîka wê karekî dijwar be.
Zelenskiy got, "Lê belê em jî xebatên dijwar dimeşînin" û destnîşan kir ku divê di her şert û mercî de bi DYAyê re hevkariyê bikin.
Zelenskiy di hevpeyivîneke taybet de ku li Londona paytexta Îngilîstanê pêk hat, got ku niyeta wan heye ku bi her kesê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dest bi wezîfeyê bike re hevkariyê bike.
Gotinên berê yê Senatorê Ohioyê JD Vance ku Trump vê hefteyê wek namzedê xwe yê cîgirê serokomar ragihandibû ku digot: "Li Ukraynayê çi diqewime ne xema min e" dîsa ket rojevê.
Helwesta Vance ku wê bibe cîgirê serokê Trump, eger ew wek serok were hilbijartin, pirsan derxist holê ku wê di pêşerojê de Amerîka çawa nêzîkî hevsengiyên Ukraynayê bibe.
Dema ku Zelenskiy gotinên Vance dîsa bihîst û got, "Dibe ku wî bi rastî fêm nekiribe li Ukraynayê çi diqewime. Divê em bi DYA re bixebitin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin