Jerry Torres: “Amerîka di her sert û mercî de dê pistgiriya Kurdistanê bike”
PeyamaKurd – Namzedê Komarparêzan yê Kongreyê Jerry Torres diyar kir ku gelê Iraqê aştiyê dixwaze, pêwîstiya wan bi alîkariya Rojava heye.
Jerry Torres di daxuyaniya xwe de got, “Kurdistan herêmeke xweş e, ez matmayî mam ku hîn jî beşek ji Iraqê ye.”
Torres diyar kir ku ger derbasî Kongreyê bibe, ew ê bi kurdan re têkiliyên xurt ava bike û di warê aborî de jî alîkariya wan bikin, her weha aniye zimên ku ew ê kurdan ji ber tevkariya wan a ji bo têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê xelat bikin.
Torres da zanîn ku wan wê demê nexwestiye ku bi Seddam Huseyîn re têkilî deynin û got, “Lê belê ger gelê Iraqê aştiyê bixwaze û pêwîstî bi beşdariya Rojava hebe, em ê li cem wan bin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê ev siyaseta me li gel Iraqê hebe. Dema aboriya me baş be em ê di warê aborî de jî alîkariya wan bikin.”
“Ez ji Kurdistanê û kurdan hez dikim”
Torres di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Ez ji Kurdistanê û kurdan hez dikim û bizanin ku ew bi qanûnî beşek e ji Iraqê.” Her wiha lê zêde kiriye ku; “Bi her awayî ez piştgiriya wan dikim. Ez pêwendiyeke baş, bihêz û aşkere li gel gelê Kurdistanê dixwazim. Amerîka di her şert û mercî de dê piştgiriya Kurdistanê bike û em ê her alîkariyeke pêwîst pêşkêşî wan bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin